12:31:38
Rojava News: Li bajarokê Başîkayê ku duh ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatibû kontrolkirin çend çekdarên DAIŞê hewldan birevin lê ji aliyê pêşmerge ve hatin kuştin.
Fermandarê Lîqa 7emîn Arîf Yasîn ragihand ku Hêzên Pêşmerge îro pê hesan ku komeke çekdarên DAIŞê ber bi Mûsilê ve direvin.
Arîf Yasîn diyar kir ku 5 ji wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin kuştin û 7 jî di encama êrişên firokeyên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ve hatin kuştin.
Li bajarokê Başîkayê ya Mûsilê îro danê sibê 12 çekdarên xwe di nav bajarokê de veşartin hewldan birevin, lê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin kuştin.
Hêzên Pêşmerge duh (07-11-2016) demjimêr 07.00ê danê sibê dest bi operasyona kontrolkirina navçeya Başîkê kirin ku ev navçe du hefteye di bin dorpêça pêşmergeyan de bû.
Heta saet 17:00ê heman rojê, Hêzên Pêşmerge karîn ji her 3 baskan ve biçin nava navçeya Başîkê û dest bi paqijkirina mal bi malên navçeyê ji çekdaran bikin.
