Serokê Parlamentoya Kurdistanê name bo Yaşar Kemal şand

Serokê Parlamentoya Kurdistanê name bo Yaşar Kemal şand

Rojava News:  Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed bi rêya jina  nivîskar Yaşar Kemal, Ayşe Semiha Baban nameyek bo wî şand.

 

Dr. Mihemed di nameya xwe de wiha got: “Yaşar Kemal ji bo me cihê şanaziye ye. Mafê me kurdan e em bi wî şanaziyê bikin e.”

 

Mihemed got ku Başûrê Kurdistanê li benda agahiyên baş ji Yaşar Kemal bibihîse û daxwaza silametiyê ji Yaşar Kemal re xwest.

 

Romanivîs Yaşar Kemal (92) 14ê Çileya îsal  ji ber sedema enfeksiyona pişikê û aciziya dil rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Stenbolê.