12:44:52
Rojava News: Wesayîtên zirxî ku ji Fermandariya Tuxaya Piyayî ya Mekanîze ya28emîn a Çankiriyê bi tiran ji bo sînor ketibûn rê gihîştin Silopî.
30 Vagon wesayîtên zirxî gihîştin Dîlokê Wesayîtên zirxî ku ji Fermandariya Tuxaya Piyayî ya Mekanîze ya28emîn a Çankiriyê bi tiran ji bo sînor ketibûn rê gihîştin navçeya Silopî ya Şirnexê.
Wesayîtên zirxpoş yên bi navê ZPT, GZPT û gelek wesayîtên leşkerî ku ji fermadariya Çankiriyê ketibûn rê di navçeya Silopiyê de derbas bûn û li nêzî sînorê Herêma Kurdistanê li Kişlaya Şehit Ercumen Turkmen a Fermandariya Tuxaya Zirxî ya 172yemîn bi cih bûn. Di dema derbasbûna konvoyê de wesayîtên zirxî ewlehiyê digirin.
