12:49:12
Rojava News: Dezgayê Xêrxaziya Barzanî alîkariya hejmarek xwedî pêwîstiyên taybet ên ji bajarê Mûsilê ve li gel bi hezaran hemwelatiyên din berê xwe dane qadên Pêşmerge kirin.
Li gor daxuyaniya ku wêneyekî ji BasNewsê re hatiye rêkirin de, Dezgayê Xêrxaziya Barzanî ragehand, roja 08.11.2016ê bi alîkariya rêxistina LDS ya Amerîkayê ve kursiyên kêmendaman ango erebên seqetan û pêdiviyên bijîşkî li ser 20 kesên ku xwedî pêwîstî bûn ên li kampa Xazirê hate dabeş kirin.
Kampa Xazir bo penaberên bajarê Mûsilê û derdora vê hatiye ava kirin, ku ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê berê xwe dane qadên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê .
Herwaha di daxuyaniyekî din de Dezgayê Xêrxaziya Barzanî ragehand, bi alîkariya şîrketa Hunt Oil Consolidated ve pêwîstiyên xwandevanan ên dibistanê li ser hezar xwandevanan hatiye dabeş kirin.
