Fermandeyekî pilebilind ê pêşmerge şehîd ket

Fermandeyekî pilebilind ê pêşmerge şehîd ket

09:32:27

 

 

Rojava News: Di şer û pevşûnên îro yên navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li navçeya Başîk a Mûsilê, fermandeyekî pilebilind ê pêşmerge şehîd ket.

Li gorî agahiyan Rûdawê ji eniyên şer ve, îro sêşemî 8ê Mijdara 2016, di navbera çend çekdarên DAIŞê û Hêzên Pêşmerge de li hin taxên Başîkê şer derket.

Hat zanîn, ku fermandeyekî pêşmerge bi pileya lîwa yê bi navê Rehman Ferec, di encama şer de şehîd ket. Li gorî zanyariyan, ew fermandeyê pêşmerge bi xwe şerê sing bi sing bi 2 çekdarên DAIŞê re kiriye û her du çekdar kuştine, lê piştre ew bi xwe jî şehîd dikeve.

Hevalê wî fermandeyê pêşmerge, emîd Fayiq Hesen Şerîf di de behsa çawaniya bûyerê û şehîdbûna lîwa, Rehman Ferec kir.

Emîd, Fayiq Hesen Şerîf ji Rûdawê re got: “Îro sêşemî 8ê Mijdara 2016, di nava navçeya Başîkê d zanyarî hebû derbarê hebûna 2 çekdarên DAIŞê di nav malekê de. Lîwa, Rehman Ferec çû nava wê malê û rûbirûyê çekdarên DAIŞê bû û 1 ji wan kuşt û çekdarên din jî birîndar kir.”

Hesen Şerîf  herwiha diyar kir: “Lê belê çekdarên birîndarbûyî yê DAIŞê êlegê bombekirî pê ve bûye û dema ku lîwa, Rehman Ferec dibîne, ew çekdar xwe diteqîne û di encamê de fermande Rehman Ferec jî şehîd dibe.”

Lîwa, Rehman Ferec, di nava refên Hêza Pêşmerge de fermande bû û berî şerê DAIŞê di sala 201 de weke kêmendamek hatibû xanenişînkirin, lê belê bi destpêkirina êrişên DAIŞê bo ser Kurdistanê di sala 2014ê de, Ferec berê xwe dide çeperên şer û di piraniya şerên li mêhwerên Xazir û Başîkê de jî beşdarî kiriye.