09:38:48
Rojava News: Rayedarekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, eger Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) endamekî wan berde 2 endamên din digire û îşkence dike!
Endamê rêveberiya ENKSê Kawe Azîzî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, girtin û îşkencekirina endam û alîgirên me ji aliyê PYDê ve didome. PYD ji bilî xwe ti kesekî din qebûl nake. Her roj dibe darê destê partî û dewletekî.
Kawe Azîzî her wiha gotiye, eger PYD endamekî me berde 2 endamên din digire û îşkence dike. Xema PYDê kurdinî û azadiya Rojava nîne, ew tenê bo xirakirin û têkdana Rojava hatine damezirandin. Bo wê hatine avakirin ku kurdan bidin girtin û kuştin.
Wî rayedarê ENKSê behsa rewşa girtiyên ENKSê yên di zîndanên PYDê de jî kir û got, îşkencê li heval û serkirdeyên me dikin, wan dêşînin ji ber wê jî rewşa tenduristiya wan xirab e.
