Bexdayê bi Barzanî re planên şerê Mûsilê gotûbêj kir

Bexdayê bi Barzanî re planên şerê Mûsilê gotûbêj kir

09:46:09

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştîmaniya Iraqê Falih Feyaz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştîmaniya Iraqê Falih Feyaz îro civiyan û operasyona kontrolkirina Mûsilê û pêşketinên Hêzzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê nirxandin.

Îro sêşemî 8ê Mijdara 2016, li bajarokê Selahedînê yê girêdayî Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştîmaniya Iraqê Falih Feyaz û şandeke pê re kir û her du alî bi hev re civiyan.

Piştî civînê, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir û ragihand, ku di vê civînê de, Mesûd Barzanî û Falih Feyaz, “derbarê qonaxên operasyona rizgarkirina Mûsilê, pêşketin û serkevtinên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mêhwerên bakur, rojhilat û başûrê Mûsilê de gotûbêj kirin.”

Herwiha Barzanî û Feyaz di vê civînê de tekezî li ser hemahengiya di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê de û pabendbûna wan bi cîbicîkirina qonaxên planên operasyona rizgarkirina Mûsilê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Barzanî û Feyaz derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, proseya siyasî ya Iraqê û rewşa deverê de nêrînên xwe pev guhertin.