Artêşa Tirkiyê navçeyên Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê navçeyên Efrînê topbaran dike

01:58:04

 

Rojava News: Artêşa Tirkiyê navçeya Şiyê ya Efrînê topbaran dike û li navçeya Reco jî 5 welatiyên Efrînê bi guleyên artêşa Tirkiyê birîndar dibin.

Artêşa Tirkiyê bi bêhtirî 10 topan Tilê Cirnasê ya li navçeya Şiyê ya ser bi Efrînê armanc kir, heta niha jî topbarana Tirkiyê li wê navçeyê berdewam e.

Heta niha ti zanyariyên zelal derbarê ziyanan de nehatine zanîn.

Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku, artêşa Tirkiyê li sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, gule reşandin ser xwepêşandarên bajarê Efrînê û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Xelkê navçeyên Efrînê yên Cindirês, Mabeta û Şiyê bi armanca şermezarkirina dagîrkeriya Tirkiyê, bi karwaneke dirêj ya otombêlan ber bi navçeya Raco birê ketin.

Xelkê herêmê li gundê Şediya civiyan û hemberê leşkerên Tirkiyê yên ku dixwazin dîwar ava bikin, ber xwe dan. Leşkerên artêşa Tirk jî gule reşandin ser girseyê û di encamê de 5 welatiyên Efrînê birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê ji roja 17 Cotmehê ve sînorê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê derbas kiriye û bi sedan darên zeytûnê yên gundê Şediya û Sorkê hildike û dîwarekî li ser sînor av dike.

Roja 27 Cotmehê jî artêşa Tirkiyê bi guleyên lestîkî û gaza rondikrêj avêtin ser xwepêşandaran û di encamê de 17 kes birîndar bûn.