12:54:26
Rojava News: Hemwelatiyekî kurd ê xelkê Kirmaşanê ji ber teqîndan gule li şeqama bazirganî ya bajarê Kirmaşanê jiyana xwe ji dest da.
Li gor nûçeya ajansa Kurdpa, cîgirê hêzên întîzamî ya parêzgeha Kirmaşanê, di gotûbêjekî li gel malpera Mêhr de ragehand, ku ‘’Zilamekî temenê xwe 39 sale, di rojên borî de di encama gule berdana rasterast a hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.’’
Cîgirê întizamî ya Kirmaşanê vê derbarê de gotiye, ‘’Ew zilam şoforê teksî yê bûye û ji ber destdirêjiya gule jiyana xwe ji dest daye.’’
Heta naha nasnameya bikujê wî hemwelatiyê kurd zelal nebûye û hat zanîn reviye.
Herwaha li gor raporta malpera mafê mirov a Hengaw, ciwanekî kurd ê xelkê Sine bi navê Ezîz Yusifî ku, bi armanca danîna kamerayên çavdêriyê ji navendekî ewlehiyê ya bajarê Sine serdana wê navendê kiribû, her li wê derê ji aliyê fermanberekî ewlehiyê yê wê navendê ve tê kuştin.
Ew hemwelatiyê kurd ji aliyê çekdarên hêzên ewlehiyê yên xelkê bakûrê Îranê ve hatiye kuştin, lê hêzên ewlekariyê ji malbata wî ciwanê kurd re gotine, kurê we xwe kuştiye û heta naha jî sedemê xwe kuştina wî ne zelal e.
