Şêwirmendê Trump: Rêza me li hember Barzanî û Pêşmerge mezin e

Şêwirmendê Trump: Rêza me li hember Barzanî û Pêşmerge mezin e

3:38:10 PM

RojavaNews: Şêwirmendê serokê nû yê Amerîkayê ragehand, ku rêveberiya nû ya Amerîkayê rêzekî mezin bo serokê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge nîşan dide.

Şêwirmendê serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump yê karûbarê rojhilata navîn Sam Yono ji K24ê re ragehand, ku rêveberiya nû ya Amerîkayê xwedî rêzekî mezine li hember hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û qurban dayîna wan a li dijî rêxistina tund a DAIŞê.

Sam Yono ragehand, ku yek ji karên herî pêşî yên Donald Trump jî, giringî dayîna bi zêdetir bo herêma Kurdistanê, Iraqê û herwaha serokê nû li hember serokê Herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê xwedî rêzekî mezin e.

Bo agahdariya axaftinên wî bi temamî li video yê dikarin binerin.