5:59:21 PM
RojavaNews: Nunerên Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê di hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê de hevdîtnek li gel koma yasaya navdewletî û siyasetê pêkanîn .
Şanda encumena Niştîmaniya kurdî ji diktur Ebdilhekîm Beşar cîgrê serokê hevpeymaniyê , Fwad Elîko endamê desteya siyasî û Şelal Gedo endamê desteya giştî ya heman hevpeymaniyê pêkdihat ku, ew hevdîtina wan li gel şanda koma yasaya navdewletî ya giştî û siyaetê li ofîsa nûneratiya kurdî ya hevpeymanya Niştîmanî ya kurdî hat li darxistin .
Hêjayî gotinê ye ku di wê hevdîtnê serkeftna tiramp di hilbjartinên serokatiya Emrîka de hat gengeşekirin û siyaseta wî li rojhlata navîn û bi taybet li Sûriyê mîhewar gengeşeyê bû .
