23:29:39
Rojava News: Li ser sînorê Efîrnê û li bajarokê Ezazê yê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê, 2 teqînên mezin çê bûn.
Îro yekşemî 13ê Mijdara 2016, li bajarokê Ezazê yê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ku hevsînorê Efrînê jî ye, du teqînên bihêz çê bûn.
Li gorî agahiyan, li nêzîkî Ezazê, ku niha di bin kontrola Artêşa Sûriya Azad û hêzên operasdyona Mertala Firatê de ye, 2 otomobîlên bombekirî teqiyan.
Vîdyoyên teqînan li ser hin malper û pêgehên medyaya civakî hatine belavkirin, ku di vîdyoyan de derdikeve ku teqîn gelek bihêz bûne.
DHA derbarê hejmara kuştî û birîndaran her du teqînan de ti agahî nedane.
Ji aliyekê din ve medyaya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihandiye, ku her du teqînan çekdarên her du komên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra kirine armanc.
Li gorî hemen medyayê, teqîna yekem li garaca bajêr û ya duyem jî li nêzîkî nexweşxaneya zarokan qewimiye.
Heman çavkaniyê da xuyakirin, ku di encama her du teqînan de 58 kes hatine kuştin, ku 26 ji wan çekdarên rêxistina Ehrar El-Şamê bûne.
Derbarê her du teqînan de, hêj ti çavkaniyekê serbixwe zanyariyên piştrastkirî belav nekirine.
