23:42:16
Rojava News: Fermandeyekî Pêşmerge li eniya Başîkê dibêje, Başîk xaka Kurdistanê ye û Pêşmerge ji wir venakişe.
Fermandeyê Pêşmerge li eniya Başîkê, Hemîd Efendî ji ajansa Anadolu ya Tirkiyê re gotiye, Pêşmerge bajarokê Başîkê ji destê DAIŞê derxistiye û ti carî jî razî nabe bi tiştekî din biguhere.
Hemîd Efendî her wiha gotiye, hêzên Pêşmerge tevahiya Başîkê paqij kirine û ti metirsiya DAIŞê jî li ser bajêr nemaye.
Wî fermandeyê Pêşmerge aniye ziman ku Başîk xaka Kurdistanê ye û Pêşmerge ti carî ji wir venakişe û gotiye, dê avahiyên fermî û malên welatiyan di demek nêzîk de bên nûjenkirin da ku xelkê bajêr bikarin vegerin malên xwe.
Hemîd Efendî ragihandiye ku ew tunêlên ku DAIŞê li nav bajêr de kolane, narûxînin û dê wan wek yadigarî biparêzin û nîşanî cîhanê bidin ka Pêşmerge bi çi awayî şerê DAIŞê kiriye û serkeftin bi dest xistiye.
Fermandeyê Pêşmerge li eniya Başîkê destnîşan kiriye ku ew niha li benda Serok Barzanî bo destpêkirina operasyonên nû.
