23:46:05
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di hevdîtinekê ligel Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman û şanda pê re ragihand: “Hewla me ew e ku, Êzîdî bikarin ew bi xwe xwediyê çarenûsa xwe bin û Herêma Kurdistanê û Pêşmerge yarmetiya Êzîdiyan dide ku parêzgeriyê li xwe bikin.”
Li gor malpera “Serokatiya Herêma Kurdistanê” belav kiriye, ku îro li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmerge ya li operasyona azadkirina Mûsilê li Serok Barzanî kir û serxweşiyê jî li kesûkarên wan Pêşmergeyan kir, ku li şerê dijî terorê da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne. Her wiha pêzanînên welatê xwe jî bi Serok Barzanî ragihand û li ser hemahengî û karê hevbeş ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hêvî xwest ew bibe bingehek ji bo dirustkirina peywendiyeke stratejî ya di navbera her du aliyan ya di warê asayîşa navçeyê de.
Li beranber de, Serok Barzanî xweşhaliya xwe li wê yekê nîşan da, ku hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê serkeftin û destkeftên baş li pey xwe de aniye
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser salvegera azadkirina Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ronahî xiste li ser dîroka Êzîdiyan û ew êşên ku bi dirêjahiya dîrokê li ser xuşk û birayên Êzîdiyan de hatiye û ragihand, her li şoreşa Eylûlê ve kar ji bo ewe hatiye kirin ku, Êzîdî beşdarî xebata siyasî ya gelê xwe bin û rê li asîmîlasyon û çewsandina wan bê girtin, niha hewla me ew e ku Êzîdî bikarin ew bi xwe xwediyê çarenûsa xwe bin û Herêma Kurdistanê û Pêşmerge yarmetiya Êzîdiyan dide ku parêzgeriyê li xwe bikin.
Her li vê civînê de behsa qonaxa piştî azadkirina Mûsil û guhertinên siyasî û emniyên navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Hikûmeta Iraqê kirin.
