Xelkê Şirnexê piştî 8 mehan dê vegerin malê xwe!

Xelkê Şirnexê piştî 8 mehan dê vegerin malê xwe!

11:14:20

 

Rojava News: Walîtiya Şirnexê biryar da ku ji îro pê ve, di navbera demjimêr 05.00ê sibê heta 22.00ê şevê, qedexeya derketina derve bê rakirin.

Walîtiya Şirnexê roja 14ê Adarê li navenda bajêr qedexeya derketina derve ragihandibû. Herwiha Şaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan bi qeyûmê ji kar hatibû dûrxistin. Li gorî biryara nû ya walîtiyê, di navbera demjimêr 05.00ê sibê heta 22.00ê şevê, dê qedexeya derketina derve bê rakirin.

Piştî vê biryarê tê hêvîkirin ku xelkê bajêr vegerin malên xwe.