11:17:56
Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin Îran 6 girtiyên kurd ji girtîgeha Urmiyê derxistine û amadehiya îdama wan dike.
Hat ragihandin ku rêvebiriya rejima Îranê 6 girtiyên kurd ji girtîgeha bajarê Urmiyê derxistine û ji bo îdamê têne amadekirin.
Li gorî raporta Navenda Demokrasî û Mafên Mirov li Kurdistanê îro danê sibê 6 girtiyên kurd ku hemû jî bi hinceta madeyên hişber hatine girtin û bi îdamê hatine mehkûmkirin, ji girtîgeha Urmiyê hatine derxistin û derbasî cihekî din hatine kirin.
Komeleya Mafên Mirov di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku rêvebirên girtîgehê daxwaz ji malbatên wan girtiyan kirine û ji wan re gotine ku bi girtiyên xwe re hevdîtin bikin çimkî ew dê bên îdamkirin. Herwiha li gorî rêvebirên girtîgehê ew girtiyên kurd dê di demek nêzîk de werin îdamkirin.
