23:00:32
Rojava News: Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd dibêje, kar û kiryarên PYDê li dijî Kurd û Kurdistan û pirojeya Kurdî bûne sedem ku xelkê Rojava bêjin “xwezî bi dema rêjîma Esed!”.
Newaf Reşîd ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, “PYDê li Rojavayê Kurdistanê hêj endam û serkirdeyên me bernedane, hinekan azad dike û hinekan digire û zindanên wan ji endamên me vala nabin, lewma niha ji ber siyasetên PYDê, Rojavayê Kurdistanê vala bûye û xelk koçber dibin.”
Wî siyasetmedarê Rojava her wiha got: “Kar û kiryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurd û Kurdistan û pirojeya Kurdî ne. Wan wisa li xelkê kirine ku xelkê bêjin xwezî bi dema rêjîmê. Ev jî pilana rêjîmê ye li dijî Kurdan.”
Wî endamê Nûneratiya ENKSê diyar kir ku PYD ne xwedî ti pirojeyekî netewî ye û dibêjin “niha ne dema dewleta netewî ye û dema wê derbas bûye”. Ew pirojeya PKKê cîbicî dikin ku Rojava bikin milkê xwe, lê xelkê Rojavayê Kurdistanê wê yekê qebûl nakin.
