PDK-S: Tevlihevbûna xwîna kurdan nîşana çarenivîsa hevbeş li her çar perçeyên Kurdistanê ye

PDK-S: Tevlihevbûna xwîna kurdan nîşana çarenivîsa hevbeş li her çar perçeyên Kurdistanê ye

RojavaNews-Qamîşilo: Meketeba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S di daxuyaniyekê de got" Tevlihevbûna xwîna kurdan li hemû perçeyên Kurdisyanê ew e nîşana çarenivîsa hevbeş li her çar perçeyên Kurdistanê ye. "

Mekteba Siyasî ya Meketeba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S daxuyaniyek derbarê şehîdbûna Pêşmergeyê Başûrê Kurdistanê yê bi navê Zêrevan Ekrem ku li Kobanî şehîd ketibû da û tê de tekez kir ku kurd tu carî danpêdanê bi xetên perçebûna Kurdistanê nakin û tevlihevbûna xwîna Kurdan ji Şingalê û Xaniqînê ta bi Kobanî ew e nîşana çarenivîsa hevbeş li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

PDK-S di daxuyaniya xwe de got ku hemû hewil û pîlanên dijminan li dijî Kurdistanê dê bi hikmeta Serok Barzanî û lehengiya Pêşmergeyên qehreman bêne têk birin.

Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya piştevaniya xwe bo Hêzên Pêşmerge anî ziman û rola Pêşmerge bi giringî û buha di vî şerî de nirxand.