11:10:49
Rojava News: Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê duh êvarî pêcn gund li rojavayê bajarê Mûsilê kontrol kirin, piştî pevçûnên giran bi çekdarên Daişê re li deverê.
Di heman demê de Hêzên Îraqî jî di nava bajarê Mûsilê de pêşketinên xwe berdewam dikin, û çend ta kontrol kirin.
Ji aliyê xwe ve Hesen Seîd rêvebirê yekîneyên berevaniya Şengalê ji ajansa Royterz re got ku di encama liva wan ya leşkerî de hêzên wan karîbûn gundên Êzîdî yên başûrê Şengalê tev de kontrol bikin.
Serkirdeyê hêzên Yezîdî tekez kir ku ew operesyonên wan yên leşkerî bê hevrêzî ligel Heşda Şebî bûn.
