Şingal: Nêzîkî 1300 meyît di nav gorên komî de ne!

Şingal: Nêzîkî 1300 meyît di nav gorên komî de ne!

12:37:40

 

Rojava News: Qaymeqamê bajarokê Şingalê aşkere kir ku zêdetir ji 1300 meyîtên êzîdiyan di nav gorên bi kom de hene û pêşmergeyên Kurdistanê hemû gorên bi kom diparêze lê belê pêş hatina zivistanê  û  zerer dîtina meyîtan bi rênimayên taybet  divê ev gorene bêne vekirin.

Qaymeqamê bajarê Şingalê, Mehma Xelîl ragehandiye ku malbatên karesata Şingalê serdana îdara bajêr dikin û daxwaza vekirina wan gorên  bi kom dikin, heta ku bikaribin şêhîdên vê karesatê wek pêwîst, di gorêstanên xwe de veşêrin û eger ew  gorene neyne vekirin, dibe xelk bi xwe û ne bi awayek zanistî wan goran vebikin û ev yek dê zererê bide dosyaya komkujiyê(jenosid), ji bo vê jî em daxwaz dikin ew gorene ji aliyên lijneyên taybet ve bên vekirin û hemû encamên vê bêne kom kirin, ji bo dosyaya komkujiyê baştir bê nasîn, lê belê heta niha ew daxwaza me  nehatiye pêkanîn ku em bikarin  gorên  şehîdên Şengalê vekin.