Ormiyê: Kolberekî kurd xwe kuşt!

Ormiyê: Kolberekî kurd xwe kuşt!

22:41:04

 

Rojava News: Hat zanîn ku kolberekî kurd li herêma Tirgeverê ya Ormiyê ji ber jarî û belengaziyê xwe xeniqandiye.

Li gorî nûçeya malpera Rojhilatî ya mafnews, şeva borî kolberekî kurd bi navê Ferhad Ebaspûr (44 salî) xwe xeniqandiye.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku wî welatiyê kurd, demekî li ser sînorê Bakûr û Rojhilat kolberî kiriye lê piştî ku dîtiye êdî nikare kar û kolberiyê bike û zarokên xwe xwedan bike, xwe kuştiye.

Hat gotin ku ew kolberê kurd xelkê gundê Enbê li devera Tirgeverê ya Ormiyê bûye û 2 zarokên wî jî hene.