11:01:45
Rojava News: Asayîşa PYDê li bajarê Amûdê, cîgirê sekreterê Partiya Yekîtî Hesen Salih û çend berpirsên din yê wê partiyê berdan.
Duh, asayişa PYDê li bajarê Amûde êrişî ofîsa PYKS kiribû û cîgirê serokê wê partiyê Hesen Salih û endamên polîtburoya PYKS Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed û Sebrî Mîrza girtibû.
Piştî girtina wan bi çend saetan, Hesen Salih, endamê komîteya siyasî parêzer Sebrî Mîrza, Fêsel Qadirî û endamê komîteya ciwanan Mêrvan Emo hatin berdan.
Her wiha hat zanîn ku endamên ENKSê li bajarê Amûdê Hisên Şehate, Şoreş Hiso û Ciwan Eco jî hatine berdan.
