Daxuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê hate belavkirin!

Daxuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê hate belavkirin!

12:28:51

 

Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, daxuyaiya Serok Barzanî li hin medyayên erebî bi şaşî hatiye belavkirin

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmarek ji medyayên erebî daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî ya li Başîkayê ya derbarê ‘venekişîna Hêzên Pêşmerge’ bi şaşî belav kirine.

Di daxuyaniya ku îro înê li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin, amaje bi wê yekê hatiye dan, ku hejmarek ji saziyên medyaya yên erebî daxuyaniya roja çarşemî 16ê Mijdarê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê vekişîn an venekişîna ji herêman rizarkiriyên destê DAIŞê, bi şaşî veguhastine.

Daxuyanî wiha dibêje:

“Hejmarek sazî û dezgehên ragihandinê yên erebî behsa gotara birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kirin, ku roja çarşema derbasbûyî li navçeya Başîkê pêşkêş kir.

Hejmarek ji wan dezgehan bi şaşî behsa birgeya vekişîn û mayîna Hêzên Pêşmerge li navçeyên rizgarkirî kirine, ku di wê gotarê de ku rêzdar bi zimanê kurdî pêşkêş kir û çend birge û risteyên wê bi awayeke şaşî bo ser zimanê erebî hatine wergerandin, ku wiha kir riste û wateyên wê ji rastiya naverokê derkeve. 

Serok Barzanî di gotara xwe de bi zelalî tekezî li ser pabendbûna Herêma Kurdistanê bi herrêkevtineke di vê bareyê de kir û naveroka wergera fermî ya gotarê jî li malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin.”