Kiryarên Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê hatin protestokirin!

Kiryarên Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê hatin protestokirin!

10:47:50

 

Rojava News: Ji bo protestokirina girtina serkirde û endamên partiyên bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve, li bajarê Qamişlo, Nivîsgeha Jin û ciwanên Partiya Yekîtî xwepêşandan li dar xistin.

Li bajarê Qamişlo, Nivîsgeha jin û ciwanên Partiya Yekîtî çalakiyek li hemberî girtina siyasiya birêve birin.

Di çalakiyê de, partiyên ENKS, kesûkarên girtiyan û hin kesayetiyên serbixwe jî beşdar bûn.

Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtî Hesen Salih helwesta partiya xwe ji girtina serkirde û endamên partiyên ENKS diyar kir.

Kesûkarên girtiyan jî ku tevlî çalakiyên bûbûn, dibêjin ku ew ê li himberî vê girtinê bi banga Azadî û yekîtiyê rawstin.

Kesûkarên girtiyan daxwaza serbestberdana hemû girtiyên kurd ên di zindanên Rêveberiya Xweser de kirin.

Li hember girtina serkirde û endamên partiyan, ENKSê xwepêşandanû girevên birçîbûnê birêk dixe, da ku bi gotina wê ev çalakî bibin fişarek li ser desthilatên Rêveberiya Xweser û girtî serbest bêne berdan.