RojavaNews: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nerazîbûna xwe li hember wê yekê nîşan da ku nûnerê Kurdistanê ji bona Konferansa Londonê nehatiye vexwendin.
Barzanî, li ser Konferansa Londonê peyamek belav kir. Naveroka peyama Barzanî ev e:
“Konferansa Londonê, ku welatên ku li dijî DAIŞê şer dikin tevlî bûne, di rewşeke wisa de tê lidarxistin ku Kurdistan di nav şerekî giran de ye li dijî terorîstên DAIŞê û her roj bi xwîna geş a pêşmergeyên qehreman derbên giran li terorîstên DAIŞê dikevin.
Piştî êrişa terorîstên DAIŞê, Pêşmerge bi xwîna xwe bi sedan hezar koçber û pêkhateyên etnîkî û ayînî parastiye û gellek deverên mezin bêyî ku li xelkê wan deveran binêre, ji nav lepê terorîstan rizgar kiriye.
Em li bendê bûn ku her kes hurmeta qurbaniyên gelê Kurdistanê û qehremantiya Pêşmerge bigire û nûnerê Kurdistanê vexwînin vê konferansê û konferansên bi vî rengî. Bêguman, vê gavê di cîhanê de tenê Pêşmerge rasterast bi terorîzma cîhanî re şer dike.
Em nerazîbûna xwe û gelê Kurdistanê nîşanî organîzatorên vê konferansê dikin. Em ji vê yekê dilgiran in ku şehîdbûn û qurbanîdan para gelê Kurdistanê be lê îtibara wê jî ji yên din re be. Gelê Kurdistanê hêjayî vê yekê ye ku di van civînên navdewletî de beşdar bibe û bi rêya nûnerên xwe nêrîna xwe û Pêşmergeyên qehreman bîne ziman.
Giraniya vê rewşê niha li ser milê gelê Kurdistanê ye û ti kes û hêzek nikare nûnertiya gelê Kurdistanê bike û di wan civînan de dengê rast ê gelê Kurdistanê bide bihîstin.”
