Li derdora Kaniya Ereban jî şer û pevçûn bilind bû

Li derdora Kaniya Ereban jî şer û pevçûn bilind bû

 

Rojava News: Piştî ku Girê Miştenûrê yê Kobanî ji aliyê hêzên kurdî ve hatiye standin, êdî DAIŞ rojên xwe yên dawiyê li Kobanî dijmêre.


Li gor hatiye zanîn hêzên Pêşmerge li ser Girê Miştenûrê tijî çekên giran kirine û li ser wî girî li çekdarên DAIŞê didin.

Wan çend rojên dawî keysa şer bi tevahî ketiye destê hêzên kurdî ji ber wê jî çekdarên DAIŞê êdî rojên xwe yên dawiyê dijmêrin.


Piştî ku  Girê Miştenûrê hate kontrolkirin moral û baweriyê hêzên kurdî pir zêde bûye û di heman demê de moral û hêza DAIŞê jî pir lawaz bûye.

Li derdora Kaniya Ereban jî şer û pevçûn bilindbûne,  hêzên kurdî ber bi taxa Pîşesaziyê  ve pêşde diçin  ji ber ku DAİŞ nema karê li berxwebidê pêçdeçûn hesantir bûye.


Ji aliyêdin ve jî forkê şer yê hevpeymaniyê jî li çeperê DAİŞê dan.