Komela Îslamî jî piştgirî da Serok Baezanî!

Komela Îslamî jî piştgirî da Serok Baezanî!

12:05:22

 

Rojava News: Komela Îslamiya Kurdistanê helwêstê xwe derbarê peyama serokê herêma Kurdistanê de ragehand û wek deriyek bo civîna aliyên siyasî pênase kir.

Îro 21.11.2016ê daxuyaniyek ji aliyê Komela Îslamiya Kurdistanê ve hate dayîn û de tê gotin: ‘’Em wek Komela Îslamî, vê rewşa aloz û tengaviyên krîzê de, li gor me ya baş peyama Barzanî em bikin deriyek bo civîna aliyên siyasî.’’

Daxuyaniya hatî dayîn waha ye:

Bismillahî rehmanî El rehîm

Em wek Komela Îslamiya Kurdistanê, di vê rewşa aloz û tejî li tengaviyên krîz de, li gor me ya baş em peyama Kak Mesûd Barzanî bikin deriyek bo civîna aliyên siyasî, herwaha bo peydakirina deriyekî ku ji nerazîbûnên fermanberan re û hemwelatiyan û rizgarbûna ji vê krîza siyasî û yasayî û darayî ku herêma Kurdistanê tê de derbas dibe. Eger civîn hatin kirin, wê demê emê pêşneyar û axaftinên xwe bikin, ku di berjewendiya hemwelatiyên Kurdistanê de be û di civînê de emê aşkera bikin