Ciwanekî kurd li Xurmatûyê hat kuştin!

Ciwanekî kurd li Xurmatûyê hat kuştin!

11:50:57

 

Rojava news: Hat ragihandin ku li bajarokê Xurmatûyê ciwanekî kurd ji aliyê çekdarekî nenas ve hat kuştin.

Li bajarokê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê, ciwanekî kurd ji aliyê çekdarekî nenas ve hat kuştin. Berdevkê Qeymeqamiya Xurmatûyê Mihemed Fayîq li ser medya civakî ya Facebookê da zanîn ku ciwanekî kurd 16 salî li taxeke bajarokê Xurmatûyê ji aliyê çekdarekî nenas ve hatiye kuştin.

Mihemed Fayîq her wiha gotiye, heta niha nayê zanîn ew çekdar kî bûye û çima ew xortê kurd kuştiye.