13:08:38
Rojava News: Gundên rojavayê navçeya Minbic a Helelbê ketine ber lêdanên artêşa Tirkiyê.
Çavkaniyeke xwecihî ji bajarê Minbic ragihand ku artêşa Tirkiyê di topbaran û bordûmana gundên rojavayê Minbic de berdewam e.
Her li gorî wê çavkaniya xwecihî gundên Şêx Nasir, Îlan, Qert Wêran li rojavayê Minbic ketine ber topbaranê.
Bi gotina heman çavkaniyê şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Tirkî û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê de derketin. Hevdem topxane û balefirên şer ên Tirkî di bordûmana gundên rojavayê Minbic de berdewam in.
Di encama vê rewşê de ziyanên giran gihiştine mal û milkên sivîlan.
