Tirkiyê biryara girtina Salih Muslim da

Tirkiyê biryara girtina Salih Muslim da

3:08:56 PM

RojavaNews: Hikumeta Tirkiyê fermana girtina hejmarek serkirdeyên PKKê da û ji ber teqîna Enqerê jî fermana girtina Hevserikê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim da.

Li gorî medya Tirkiyê êdî hevserokê PYDê Salih Muslim jî kete lîsteya serkirdayên PKKê yên ku daxwaza girtina wan hatî dayin.

Hat ragihandin ku, Sailh Muslim kete nav lîsteya serkirdayên PKKê wek Cemîl Bayik, Murad Karayilan, Zubeyir Aydar ku daxwaza girtinê derheqê wan de heye.

Hat diyarkirin ku, ew biryara girtina hevserokê PYDê “di encama êrîşa 17 sibatê li ser hêzên artêşa Tirkiyê li Enqerê ku YPGê pê hatibû tawanbar kirin de” hatiye derxistin.