11:13:52
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter bi rêya telefonê axivîn.
Di pêwendiyeke telefonî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter derbarê operasyona kontrolkirina Mûsilê de bi rêya telefonê gotubêjek kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di vê pêwendiya telefonî de, Wezîrê Parastin ê Amerêkayê xweşhalî û pîroziya xwe bi boneya serkeftinên Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê di eniyên şerê li dijî terorîstên DAIŞê nîşan da.
Herwiha pêzanîn jî ji bo asta baş a hemahengî û karê hevbeş di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hebû."
Barzanî û Carter tekezî li ser giringiya berdewambûna hemahengiya navbera hevpeymanan û Pêşmerge û Artêşa Iraqê, bi taybet di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê de kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir: "Her di vê pêwendiya telefonî de, Barzanî spasiya gel û hikûmet û Artêşa Amerîkayê kir ku di şerê terorê de piştevanên Pêşmerge bûne û serkeftina yekcarekî li hember terorîstan jî hêvî kir."
