Li Qamişloyê teqînek ruda!

Li Qamişloyê teqînek ruda!

11:19:09

 

Rojava News: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû.

Şevê din sêşemî ya 22ê Mijdara 2016ê, li bajarê Qamişlo yê teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyan, teqîn di saet 18:05an de û li Taxa Kornîş a bajêr qewimî.

Hat zanîn;  teqîn di encama bombeke çandî de bûye û teqînê otomobîleke hêzên Asayişa Qamişloyê yê bi ser PYDê kire armanc.

Di encama teqînê de 2 endamên asayişê birîndar bûne. Herwiha zirarek mezin gihîşt otomobîla asayişê û çend otomobîlên derdorê jî.