11:24:48
Rojava News: Hikûmeta Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê ve biryarek derxist û bi biryarekê zanîngeha Hesekê da girtin. Bi vê yekê jî 50 hezar xwendevan dûrî xwandinê ketin.
Kolêjên zanîngehê li Hesekê ku beşek in ji Zanîngeha Firatê bi biryareke hikûmeta Sûriyê hatin girtin.
Li dijî vê biryara Hikûmeta Sûriyê jî hejmarek ji xwendevanên wê zanîngehê daketin kolnan û li hember avahiya zanîngehê xwepêşandank lidar xistin û nerazîbûna xwe anîn ziman.
Xwandevanan daxwaz kirin ku careke din deriyê zanîneghê bê vekirin, ji bo ku ew jî vegerin û xwadina xwe temam bikin.
Mamosteyekî Zanîgeha Hesekê ragihand ku sedema girtina zanîneghê ew e ku di navbera Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de, li ser çawaniya rêvebirina karûbarên zanîngehê nakokî derketine.
Bi vê yekê jî nêzîkî 50 hezar xwandevan ji proseya xwandinê bêpar dibin.
