Pêşmerge Telefer dorpêç kiriye Çendîn gund rizgar bûn

Pêşmerge Telefer dorpêç kiriye Çendîn gund rizgar bûn

Rojava News: Emîd Kamil Herkî ji Fermanderiya Dihokê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge navçeya Telefer dorpêçkirine û çendîn gundên din li wir azadkirine û bi dehan termên DAIŞê li cihê şer mane.

Emîd Kamil Herkî ji Fermanderiya Dihokê  ragihand: “Hêzên Pêşmerge îro înê gellekî pêşve çûn û karîn li sînorê Telefer gundê Qadisiya jorîn û xwarê, Tirîn, Kesk û çarêya Keskê bo Telefer û Mûsilê azad bikin.”

Herkî wiah got: “Niha em serketine û me Sayloya Wayîlê û Telefer dorpêçkirine û em nahêlin ku çekdarên DAIŞê derkevin û rê li ser me bigirin.”

Kamil Herkî wiha domand: “Bi dehan termên DAIŞê li cihê şer mane. Herwiha me 5 êrişên wan bi rêya otomobîlên bombekirî têk birin.”