Qamişlo: PYDê 2 serkirdeyên PDK-Sê û rojnamevanek berdan!

Qamişlo: PYDê 2 serkirdeyên PDK-Sê û rojnamevanek berdan!

11:43:08

 

Rojava News: Asayişa yişa PYDê li Qamişlo  2 serkirdeyên PDK-Sê rojnamevanek piştî zêdetirî 3 mehan ji zîndanên xwe azad kirin.

Doh danê êvarê Asayişa PYDê li Qamişlo endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Neşet Zaza û endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah û rojnamevan Berzan Şêxmûs ji zîndanên xwe serbest berdan.

Her du serkirdeyên ENKSê û wî rojnamevanî ve, ji roja 15 Tîrmehê ve, roja merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî ve di zîndanên Asayişa Rojava ve girtî bûn.

Tê zanîn hîn bi dehan endam û serkirdeyên ENKS û partiyên di nava ENKSê de di zîndanên Rêveberiya Xweser li Cizîr û Efrînê girtî ne.

ENKSê bo azadkirina girtiyên siyasî yên di zîndanên Rêveberiya Xweser de, gelek çalakiyên mangirtin, greva birçîbûnê û xwepêşandan li Rojava û li derve birêve dibin.