11:52:14
Rojava News: Fermandariya Hêza 70 ya Pêşmerge di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe bo peyama Serokê Herêma Kurdistanê ragihand û daxwaz ji hemûyan dike ku, kar bo piştevanî û serxistina wê peyamê bikin.
Di daxuyaniyekê de ku çapek jê bo K24ê hate şandin, derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de hatiye: “ Destpêşxeriya rêzdar Mesûd Barzanî bi boneyekê dizanin bo destpêkirina diyaloga Kurdane bo yekxistina navmala Kurd û bihêzkirina eniya navxweyî ya Kurdistanê, bo derbaskirina krîzan û bidestxistina serkeftinên zêdetir.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: “Ew jî bi aktîvkirina Parlementoya Kurdistanê, zelaliya dahatiya Kurdistanê, dabînkirina jiyan û mûçeyên xelk û fermanberan û mamosteyan û geşepêdana desgehên kehrebe, av û dezgehên din yên xizmetguzariyê, dibe.”
Di beşeke din de hatiye: “Daxwaz ji xelk û kesûkarên şehîdan û çînên din dikin, ku bibine hêza fişarê li ser aliyên siyasî, ku bi giyanê lêbordin û hevqebûlkirinê dest bi dest rêzên xwe bikin yek û dawî li astengiyên xelkê Kurdistanê bînin.”
Daxuyaniya Fermandariya Hêza 70 ya Pêşmerge tekezî li ser piştevaniya li peyama Barzanî dike û tê de hatiye. “Em di Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de piştevaniyê hemû hewleke dilsoz in û xemxwarê gelê Kurd û xaka Kurdistanê ne.”
