12:57:01
Rojava News: Çekdarê rêxistina DAIŞê kesayetek naskirî yên eşirê rojavaya bajarê Kerkûkê revand.
Li gor zaniyariyan, îro danê sibê 24.11.2016 çekdarên DAIŞ dorbera gundê (Elsebel) dorpêç kirin û çûne mala şêxê eşîreta Cibûrî, Şêx Îbarahîm Nayif Elmehîrî, ew û şeş biray û kesên nêzî wî girtin û birne şûnek nediyar.
Şêx Îbrahîm Nayif Elmehîrî bi hênceta dijayetî li gel rêxistina DAIŞê hatiye revanidn. Şêx Îbrahîm mezinê eşîra Cibûrî ye û endamê parlementerê berê yê Iraqê bûye.
