Agir bi kampa penaberan ket: Malbateke Kurd şewitî!

Agir bi kampa penaberan ket: Malbateke Kurd şewitî!

10:07:10 

 

Rojava News: Li Yûnanîstanê şeva borî agir bi kampeke penaberan ket û di encamê de malbateke kurd di nava agir de şewitîn.

Li Midîlliyê penaberan agir bera buroya komîsyon a penahiyê da Hat ragihandin ku şeva 24ê Mijdarê di saet 23:00yî de li girava Mîdillî ya Yûnanîstanê agir bi kampeke penaberan ket û di encamê de malbateke Kurd şewitî.

Hat hîn bûn ku malbata Kurd ji 4 kesan pêkhatibû û ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bû.

Li gorî agahiyên Rûdawê xwediyê wê mala Kurd kesê bi navê Nevbez diyar kir hevjîna wî û du zarokên wî di nava şewatê de mane û zarokê wî di himbêza wî de jiyana xwe ji dest daye.

Nevbez anî ziman ku rewşa keça wî baş e lê rewşa hevjîna wî gelekî xerab e.