Bombe bi zarokan ve teqiya: Şehîd û birîndar hene!

Bombe bi zarokan ve teqiya: Şehîd û birîndar hene!

10:19:23

 

Rojava News: Li navçeya Gulale ya Başûrê Kurdistanê bombeke DAIŞê bi çend zarokan ve teqiya û di encamê de 2 zarok şehîd bûn û 1 zarok jî birîndar bû.

Doh seat li 14:30 li Taxa Şorte ya Navçeya Gulale (Celewla), bombeyeke serdemê DAIŞê bi zarokan ve teqiya.

Li gorî agahiyan, bombe di demekê de teqiya, ku çend zarok di nava maleke vala de mijûlî lîstikê bûn.

Li gor nuçeya Rudawê Berdevkê Polîsê Germiyanê, rayid Elî Cemal Qedûrî derbarê bûyerê de gotiye: “Di encama teqîna bombeya de, 2 zarok bi navên Geylan Reid Hemûdî ji dayikbûyê sala 2002 û ji netewa ereb û Rehîm Hemîd Rehîm ji dayikbûyê sala 2000 û ji netewa tirkmen jiyana xwe ji dest dan.”

Elî Cemal Qedûrî herwiha got: “Zarokê sêyem jî di encama teqînê de birîndar bûye.”

Qedûrî destnîşan kir, li gorî lêkolînên destpêkê ev bombe bermayiyên çekdarên DAIŞê ye û bo wê demê vedigere ku ev navçe di bin kontrola çekdarên DAIŞê de bû.

Di şerê rizgarkirina Gulaleyê de, Hêza Pêşmerge 144 şehîd û 300 birîndar da.