Rojava News: Serokê herêma Kurdistanê, ji bo koça şahê Erebistana Suîdîyê, peyamek serxweşîyê arasteyî şahê nû û gelê wî welatî kir û têda gotîye:” şah Ebdulla, welatê xwe kirîye pêşeng.
Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê, di wê peyamê da ku arasteyî şah Selman û şah Miqrin, kurên Ebdulezîz û gelê Suîdîyê kirîye, û gotî ye:”şah Ebdullayê kurê Ebdulezîz, di rewşeka geleka giringa navdewletî da, serkirdayetîya, şahnişîna Suîdîyê dikir û pêşketin û avedanîyeka mezin pêşkêşî welatê xwe kir û welatê xwe kirîye pêşeng.
Barzanî, bi navê xwe û gelê Kurdistanê, serxweşî li herdu kurên şah û gelê şahnîşîna Sûîdîyê kirîn
