11:35:18
Rojava News: Rêveberê nahyeya Sinunê aşkere kir ku siyaseta şaş ya Bexdayê, Şingal gehande wê rewşa metirsîdar û PKK li çiyayê Şingalê de bi cîhkirin û niha jî PKK bi piştevaniya Bexdayê desthilata xwe zêde dike.
Rêveberê nahyeya Sinunê Nayîf Seydo ragihand ku; eger Bexda li ser siyaseta xwe ya şaş berdewam be dûr nîne ku di navber Şingaliyan û hêzên ne yasayî di deverê de, şêr biqewme, ji ber ku heq nîne keçên Şingalê bibne Qendîlê û kes û karên wan bêdeng bin û xelk vê yekê qebûl nake ji milekê din jî xelk razî nabe partiya karkerên Kurdistanê(PKK) axa wan dagîrbike û nehêle xelk vegere ser milk û malê xwe. Di encama wan siyasetê şaş yên Bexdayê de gelek pirsgirêk avadibin.
Diyare gelek hemwelatiyên Şingalî divên vegerne ser milk û malên xwe lê, ji ber wan hêzên ne yasyî ditirsin ji ber ku Bexda desthilata PKK di deverê de berfireh dike û ev yeke dibe metirsî ser deverê.
