Taxa kurdan a Helebê dîsa rastî êrişa çekdarên alîgirên Tirkiyê hat

Taxa kurdan a Helebê dîsa rastî êrişa çekdarên alîgirên Tirkiyê hat

22:33:32

 

Rojava News: Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ku piraniya xelkê wê taxê kurd in, 6 sivîl di encama êrişa çekdarên opozîsyona Sûriyê de jiyana xwe ji dest dan.

Îro piştî nîvro çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê, taxa Şêx Meqsûd a Helebê dan ber topan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 6 sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din li gor zanyariyan ev çend roj in bi hezaran sivîlên Helebê ji ber şerê hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê reviyane  taxa Şêx Meqsûd.