Hêzên kurdî li Kobanî dest bi rizgarkirina gundan kirin

Hêzên kurdî li Kobanî dest bi rizgarkirina gundan kirin

Rojava News: Li Kobanî hêzên kurdî piştî Kaşê Miştenûrê rizgarkir, cara yekemîn e ku gundek li başûrê bajêr bi temamî ji destê DAIŞê derxistin.

 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Emîd Muslih Zêbarî dibeje; şeva borî derdora saet 02:00ê hêzên kurdî  gundê Termik li başûrê Kobanî bi temamî ji destê DAIŞê rizgarkirin û herwiha hêzên kurdî li wê eniya şer pêşde diçin.

 

Emîd Muslih Zêbarî eşkere kir ku di şerê kontrolkirina gundê Termikê de, wan ziyanek mezin dan rêxistina DAIŞê û tankek û çend wesayîtên wan jî ketine destê şervanên Kurd.

 

Zebarî di derbarê şerê li rojhilatê Kobanî de jî wiha got: “Şer li taxa Kaniya Ereban li aliyê rojhilat berdewam dike û heta niha ji sedî 75 ji wê taxê ketiye bin kontrol hêzên kurdî û pêşdeçûna şervanên Kurdî  û pêşmerge li wir berdewam dike.”

 

Emîd Muslih Zêbarî herwiha anî ziman ku balafirên hevpeymaniya navdewletî îro û şeva borî bi giranî çeperên DAIŞê li bajêr bombebaran kirin.

 

Şervanên Kurd  bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge Kaşê Miştenûrê 20ê Çileya îsal ji çekdarên DAIŞê paqij kiribûn.