22:54:58
Rojava News: Almanya, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) vexwand wê civîna navdewletî, PDKê jî pejirand.
Sibe Sêşemê konferansa siyaseta Derve ya Almanya birêve diçe. Zêdetirî 200 kesayetî û siyasetmedar û dîpolmatkar li ser asta cîhanê û çendîn wezîr û nûnerên welatên cîhanê û nûnerên Yekîtiya Ewropa û NATO jî tê de beşdar dibin. PDKê jî bi fermî bo wê konferansê hatiye vexwendin.
Bi nûneratiya PDKê, Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê û Endamê serkirdatiya PDKê Hêmin Hewramî beşdarî wê civînê dibe.
Ew konferans ji aliyê Navenda Korber bo Lêkolîn û Siyasetê bi hevahengî ligel Wezareta Derve ya Almanya birêve diçe. Di destpêka wê konferansî de Wezîrê Derve yê Alamanya dê gotarekê pêşkêş bike û piştre dê çendîn panêlên cuda birêve biçin û tê de dê gotûbêj li ser siyaseta derve ya Almanya, Yekîtiya Ewropa û rola Almanya û Ewropa li hemberî arîşeyên niha yên hemû cîhanê, bên kirin.
Her di vê konferansê de, nûnerê PDKê dê çendîn hevdîtinan ligel siyasetmedar û berpirsên pilebilind ên Almanya û nûnerên welatên cîhanê lidar bixe.
Piştî wê konferansê jî dê nûnerê PDKê di kongireya salane ya Partiya Xristiyan Demokrata Yekgirtû (CDU) de li bajarê Êsin ê Almanya beşdar be, ku biryar e di destpêka meha bê de lidar bikeve û çendîn kesayetiyên siyasî û akademisyen ên cîhanê û serokên welatan tê de beşdar bibin.
