Iraq li gel yasaya Heşdî Şeibî bi fermî çek û pare wê bide PKKê!

Iraq li gel yasaya Heşdî Şeibî bi fermî çek û pare wê bide PKKê!

13:01:22

 

Rojava News: Bi agahdariya rêveberiya Kerkûk û bi molet vergirtina ji hikûmeta Iraqê ve, PKK hêzên xwe yên li Kerkûkê zêde dike, herwaha PKK dixwaze sûd ji yasaya Heşdî Şeibî verbigre.

Li gor çavkaniyekî agahdar, di hevdîtina dawiyê ya li Silêmaniyê hevserokê KCKê Cemîl Bayik daxwaza alîkariya madî û çek li Qasim Silêman kiriye û wî jî soz daye wî ku bi pejirandina yasaya Heşdî şeibî li parlamentoya Iraqê ve dikare bi awayekî rêxistinî piştevaniya madî û çek ji PKKê re bê dayîn.

Li gor wê çavkaniyê, PKK bi şêwirmendiya li gel Îranê ve mijûlê vê yekê ye ku çekdarên PKKê bi naveke din ve hêzekê pêkbînin û ji aliyê Heşdî Şeibî ve bên bi çek kirin û mûçe ji wan re bê dayîn.

Heman çavkaniyê aşkera kir, biryare şerê Mûsilê bibe hincet bo pêkanîna wê hêzê û zêdetir li wan navçeyan bê damezrandin ku li sînorê PDKê nêzîkin.

Ji aliyeke din ve roj bi roj hêzên PKKê li bajarê Kerkûkê hejmara wan zêde dibe, naha tevger û binke û grubên wan li bajarê Kerkûkê bi awayekî berçav zêde bûye.

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, hikûmeta Iraqê naha bi awayekî ne fermî çek û pare dide PKKê û li gor wan bihêzbûna PKKê li berjewendiya wan de ye û got: ‘’Ji naha û pê de, ew pareye bi awayekî ne fermî bi navê Heşdî Şeibî ve dayîn pir zihmete, ji ber vê jî tê pêşbînî kirin hikûmeta Iraqê, bi taybet jî ew aliyê piştevaniyê li PKKê dike li Iraqê, deriyekî fermî bo wan bibîne.’’