Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi pêwendiyeke telefonê li ser şerê Mûsilê axivîn. Hat ragihandin ku şevê din Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden pêwendiyeke telefonê pêk anîn.
Li gor malpera Seroktiya Herêma Kurdistanê Joe Biden telefonî Barzanî kiriye û li ser şerê Mûsilê û şerê Pêşmerge yê bi DAIŞê re axivîne. Biden di pêwendiya bi Barzanî re de sersaxî ji bo malbatên pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de canê xwe dane xwest û li ser serkeftinên Pêşmerge yên li hemberî DAIŞê pîrozbahî li Barzanî kir.
Di beşeke din a peywendiya telefonî de, Serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Amerîka li ser hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê ya di şerê azadkirina Mûsilê de û qonaxên wî şerî axivîn. Barzanî di pêwendiya telefonî de spasiya Amerîkayê kir ku di şer de alîkariya Pêşmerge dike.
