11:40:38
Rojava News: Asayişa Rêveberiya Xweser ya ser bi PYDê endamekî Partiya Demokratîk a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) girt.
Li gorî çavkaniyeke xwecihî ji Efrînê, Asayişa ser bi PYDê li bajarê Efrînê endamê PDK-Sê Mistefa Selîm Hisên girt.
Mistefa Selîm Hisên ji xelkê gundê Dêr Suwanê yê ser bi nahiyeya Şerran e.
Bi gotina çavkaniya ji Efrînê, di van 48 demjimêrên borî de, asayişa Efrînê hejmarek ji ciwanên gundê navborî jî girtin, ji bo wan bibin leşkeriya neçar.
Li gorî heman çavkaniyê, tevî girtina wan kesan, Asayişa Rêveberiya Xweser ya ser bi PYDê li Efrînê endamê Komeleya Buhar a Hawarçûnê Fêsel Reşîd jî girt.
Fêsel Reşîd ji xelkê gundê Hac Xelîl e, li nahiyeya Raco.
Di çend rojên borî de asayişê 4 serkirdeyên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê serbest berdan, lê hîna bêhtirî 30 serkirde û endamên Encûmena Kurdî li Sûriyê ENKS di zindanên asayişa PYDê de mane.
