Sekreterê partiya Kominîst: Bangewaziya Barzanî girîngiyeke taybet heye

Sekreterê partiya Kominîst: Bangewaziya Barzanî girîngiyeke taybet heye

13:36:20

 

Rojava News: Sekereterê partiya Kominîst, Kawe Mehmûd di daxuyaniyekê de radigehîne ku destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê girîngiyeke taybet heye.

Sekreterê partiya Kominîst di gotarekê de ku li govara Golanê de hatiye belavkirin daxwaz dike desteyeke nû ji bo serokatiya parlementoya Kurdistanê helbijêrin û eger pênç partiyên kurdistanê lêhev nekirin bila destê ji partiyên din pêkbê.

Kawe Mehmûd di wê baweriyê de ye ku peyama serokê herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li ser pirsa serokatiya herêma Kurdistanê ji pirsa kesî bûyînê  derxist.

Sekreterê partiya Kpminîst daxwaz kir ku hemû aliyên siyasî bi dû bangewaziya Barzanî ve biçin û bê merç dest bi gotûbêjan bikin ji ber ku di vê qonaxê de ew peyame girîngiyeke tayîbet heye.

Kawe Mehmûd bi baş jî dizane ku eger partiya lêhev nekirin li ser diyarkirina kesekê ji bo serokatiya herêma Kurdistanê, bila encûmenekê serokatiyê ji kesên yekim ji partiyan pêk bînin heta dema helbijartina parlementoya Kurdistanê û yek alî bûna wê pirsê ji aliyê parlemana nû ve.