Çekdarên PYD serkirdeyekî PDK-Sê serbest berdan

Çekdarên PYD serkirdeyekî PDK-Sê serbest berdan

5:33:34 PM

RojavaNews: Îro roja Çerşemê çekdarên PYD serkirdeyekî PDK-Sê û 2 kesên dî serbest berdan.

Jêderekî ji RojavaNews re ragihand ku çekdarên PYD Endamê Komîta Navendî yê Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S)  Ebdulkerîm Hacî , endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê Ebdilmelik Hito û endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Serbest berdan .

Tê zanîn ku çekdarên PYD hijmarek Serkird û endamên ENKS di dema pêşwaziya wan ji cenazeyê Hebîb Qedrî re di 15 . 8 . 2016 an de girtin.