13:41:54
Rojava News: Endamekî rêveberiya PDKê amaje bi vê dike ku dê vê heftiyê polîtburoya PDKê wê li Silêmaniyê kombibe û dê li gel çend partiyan jî hevdîtin pêkbîne.
Endamê rêveberiya PDKê Necat Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şandeya polîtburoya PDKê dê vê li gel ew partiyên siyasî yên li Silêmaniyê mane, heftiyê dest bi civînan bike û hevdîtin li gel wan wê pêkbên, ku nêrîn û ramanên wan ên derbarê pêşneyarên Barzanî de jî bên zanîn.’’
Herwaha hêvî xwest hemû aliyek berjewendiyê gelê Kurdistanê û niştiman li ber çav bigre.
Necat Husên got: ‘’PDK dixwaze yekem car nêrînên hemû aliyan vergire, piştre li politburo wê kombibe, encamên civînan jî li gel Barzanî wê bên behs kirin û nêrînên partiyan jî wê bibin pêş Barzanî.’’
Heta naha şandeya PDKê, serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komînîst, aliyên Tirkmen û aliyên Mesîhiyên Herêma Kurdistanê hevdîtin pêkanîne.
